Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Hemwelatîyên Fransa bo Serdanên li Derveyî Ewrupa Hişyar Dike


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku dibe ku hemwelatîyên wan îsal serdana welatên li derveyî Ewrupa nekin.

Macron da zanîn ku bo belavbûna vîrusa korona zêde nebe dibe ku ew rê li ber hin serdanên di nav Ewrupa de jî bigirin.

‘’Hîn niha zû ye ku em li ser betlanayê biaxifin, bes ez dikarim bibêjim ku em dikarin di betlaneya havînê de serdanên navneteweyî rawestînin.’’ Macron got.

Wî dîyar kir ku ewê di serê Hezîranê de pêşîya xwe bibînin.

Fransa dê di 11’ê Gulanê de tedbîrên dijî vîrusa korona sist bike.

Ji 11’ê Gulanê pê ve hemwelatîyên Fransa dikarin ji herêmên xwe 100 kîlometre dûr bikevin.

XS
SM
MD
LG