Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje Artêşa Fransa Rêberê Dewleta Îslamî ya li Sahra Kuştiye


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku Artêşa Fransî, rêberê Dewleta Îslamî yê li Sahra Mezin Adnan Abu Walid al-Sahrawi kuştiye.

‘’Di têkoşîna me ya dijî komên terorîst yên li Sahelê serketineke din’’ Macron di twîtekê de, bê ku cîhê operasyonê eşkere bike got.

Ofîsa Macron dîyar kir ku Sahrawi ji mêj ve li herêma Sahel ya li rojavayê Afrîka rêberê Dewleta Îslamî ye û bi bîr xist ku koma Sahrawi di sala 2017’an de êrîşeke kujer biriye ser leşerên Amerîka.

Wê ofîsê da zanîn ku Sahrawi di Tebaxa 2020’an de jî fermana kuştina jî 6 xebatkarên sazîyeke alîkarîyê ya Fransî û ajovanekî Nîjerî daye.

Macron di Tîrmehê de gotibû ku ewê hêzên xwe yên li Sahelê yên di têkoşîna dijî çekdarên Îslamî de pêşengîyê dikin, jinûve çêkin û hejmara leşkerên li wir bi qasî nîvê wan kêm bikin.

XS
SM
MD
LG