Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Careke Din Bal Dikşîne Ser Gefa Terorîzmê


Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Sêşemê got ku gefa terorîzmê ya hember Ewrupa rastîyek e.

Macron ji rojnamevanan re got ku divê Ewrupa hember gefa terorîzmê bersîvdaneke lezgîn û kordînekirî amade bike.

Wî herwiha dîyar kir ku divê Ewrupa pêdaçûnê ser tixubên xwe yên vekirî yên li herêma Şengenê bike.

Di demên dawîyê de hem li Fransa hem jî li Avusturya êrîşên terorîstî çêdibin û banga xurtkirina pîvanên ewlehî yên dijî êrîşvanên îslamî zêde dibe.

XS
SM
MD
LG