Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Soza Cîhanîna Hin Daxwazên Xwepêşandanan Dide


Serokê Fransa Emmanuel Macron, piştî xwepêşandanên girseyî yên nerazîbûnê, cara yekê derket pêş civakê û soza cîhanîna hin daxwazên xwenîşanderan kir.

Macron herwiha pêgirîya xwe dîyar kir ku ewê li ser kar bimîne û karnameya xwe bidomîne.

"Ez berpirsîyên ku dikeve ser milên min hildigirim. Dibe ku min bi gotinên xwe gel êşandibe,” Macron di axaftina televîzyonî de şeva Duşemê got.

Wî herwiha li xwe mikûr hat ku pêşnîyara zêdekirina bacên ser mûçeyan ne rêwa bû, lê sedema xwepêşandanên heyî sîyaseta piştguhkirinê ya heremên çandinî û gundewarî yên Fransa ye.

Macron da zanîn ku di warên aborî û civakî de rewşa awarte hatiye ragihandin, lê wî hişyarî da xwepêşanderan ku pencereyên otomobîl û avahîyan neşkînin, mal û mulkê gel talan nakin û êrîşî polîsan nekin.

XS
SM
MD
LG