Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Piştî Lubnanê Serdana Îraqê Dike


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron bo piştgirîya ‘’serwerîya Îraqê’’ serdana wî welatî kir.

Emmanuel Macron di serdana Lubnanê de, ku piştî peqîna Beyrutê cara duyê çûbû wir, dîyar kiribû ku ewê bi karbidestên Neteweyên Yekbûyî (NY) re bo piştgirîya Îraqê serdana wî welatî bike.

Rêvebirîya Bexda plana wê serdanê ragihandibû, lê rêvebirîa Parîsê ew serdan jiber kêşeyên ewlekarîyê piştrast nekiribû.

Macron dê bi karbidestên Herêma Kurdistana Îraqê re jî li Bexda bicive.

Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves Le Drian di Tîrmehê de serdana Îraqê kiribû û ji karbidestên wî welatî xwestibû ku dûrî girjîya li herêmê bisekinin û bandoreke neyênî li ser xwe çênekin.

Hêjayî bîrxistinê ye, hikûmeta Fransa, operasyonên Tirkîyê yên dijî Herêma Kurdistana Îraqê jî şermezar kiribû.

XS
SM
MD
LG