Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Jibo Peymaneke Nû ya Brexitê Pir Dereng E


Serokê Fransa Emmanuel Macron îro Pêncşemê ji Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson re derîyê peymaneke nû ya Brexitê girt.

Macron got ku jibo jinûve nivîsîna peymana derketina ji Yekîtîya Ewrupa ya heta muhleta 31’ê Cotmehê, dem li pêş wan tuneye.

Macron û Johnson li Qesira Elysee, rojeke piştî hevdîtina Johnson ya ligel Angela Merkel civîyan.

Serokwezîra Alman ji Johnson xwestibû ku derbarê sînorê bejeyî yê Brîtanya û Îrlanda alternatîfên nû bîne pêş.

Hilbijerên Brîtanî sê sal berê deng dabû welatê wan ji Yekîtîya Ewrupa derkeve, lê heta niha ne zelal e li mercên wê yekê wî çawa bin.

Brîtanya ekonomîya dûyê ya Yekîtîya Ewrupa ye û ji sala 1973’an vir ve di nav wê hevbendîyê de ye.

XS
SM
MD
LG