Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Ser Nexweşketina COVID-19 bi Weşana Zindî Agahî Da


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, ku bi vîrusa korona ketibû, ji Twitterê bi weşana zindî ser rewişa xwe agahî dan.

Macron da zanîn ku pêketina wî raber dike ku herkes dikare bi vîrusa korona keve û dîyar kir ku jiber ‘’xemsarîyeke sivik’’ ew bi vîrusê ketiye.

Testa vîrusa korona ya Macron do Pêncşemê pozîtîf derketibû û ew ketibû karantînê.

‘’Bawer bikin ku ez baş im. Semptomên wek yên doh didomin: West, serêşî û kuxikên hişk. Wek ya bi sed hezarên bi vîrusa korona ketine.’’ Macron got.

Wî dîyar kir ku jiber vîrusa korona ew karên xwe hinekî hêdî dimeşîne, lê got ku bala wî li ser mijarên li pêş yên wek pandemî û Brexitê ye.

Berdevikê hikûmeta Fransa Gabriel Attal jî dîyar kiribû ku li ser Macron ta, kuxik û westa zêde û dabû zanîn ku ewê ser ragihandina rewişa wî zelal bin.

XS
SM
MD
LG