Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Ji Herêma Kurdistanê Dawî li Serdana Xwe Ya Îraqê Tîne


Emmanuel Macron Û Nêçîrvan Barzanî li Hewlêr, Herêma Kurdistanê-Îraq

Li Hewlêr Serokê Fransa Emmanuel Macron li gel hejmarek berpirsên bala yên herêma Kurdistanê civîn pêkanîn, di preskonferanseke hevbeş de li gel serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Macron got, "Di rojên dahatî de Fransa dê alîkariyan gehînîte nexweşxana qurbaniyên kîmyabarana Helebce, û alîkariya me dê ya berdewam be, li gel Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de di nava têkiliyan dane, jibo peyda kirina rewşek weha ku xelkê Şengalê bikarin vegerin ser ciyên xwe, derbarê pirsa Rojava jî bi heman şêwe dê ligel wan bîn heta ku xelk vedigere ciyên xwe û em li gel seqmgîriya herêmê dane, di demek nêzîk de dê li gel hêzên Pêşmerge jî rûnim, jibo ku we dilrihet bikîn ku me wefdariya jibo dostên Kurd heye."

Di heman preskonferansê de, serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, "Di civînê de me behsa rewşa ewlekarî û siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê kir, herwiha hilbijartinên li Îraqê."

Nêçîrvan Barzanî got "Li Îraqê me pêwîstî bi alîkariyê heye ji bo şerê li dij DAIŞê jiber ku metirsiya wê ya rastîn hêjî heye, Fransa ciyekê giring heye li cîhanê di şerê li dij terorê, " Nêçîrvan Barzanî dîsan got, di hemî warên aborî, enerjî, bazirganî û kulturî de pêwîstiya wan bi alîkariya Fransa heye ew xwedî tecrûbe û bandorek mezinin.

Nêçîrvan Barzanî got, Îraq û herêma Kurdfistanê pêwîstî bi alîkariya weberhênan û kompaniyên Fransî heye bo avedan kirin û karsaziyê.

Emmanuel Macron, piştî beşdariya di Konferansa Bexda de kirî roja Şemiyê got wan biryar daye ku Hêzên Fransî li Îraqê bimînin.

Li firokxana navnetewî ya li Hewlêr, Macron ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Macron serdana bajarê Mûsil jî kir û serdana hin ciyên giring yên weke Mizgefta Al-Norî kir ya ku damezrênerê DAIŞê Abu Bekir Al-Bexdadî li wêderê xîlafeta Dewelta Îslamê DAIŞê ragihand bû, herwiha serdana bingeha minara Hadba jî kir ya ku di şerê li dij DAIŞê de wêran bûyî, minara Hadba minarek dîrokî bû û yek ji şûnwarên dîrokî yên giring yên bajarê Mûsil bû.

Fransa di çendîn qonaxan de alîkariya gelê Kurd kirîye bi taybet di dema avakirina hêla ewlkariyê ya parstinê di sala 1991 de û şerê li dij DAIŞê.

Macron ji herêma Kurdistanê dawiyê bi geşt û serdana xwe ya Îraqê tîne, ku Şemiyê li paytext Bexda beşdarî di Konferansa hevkarî û hevpariyê de kirbû, herwiha serdana bajarê Mûsil jî kirbû û li gel berpirsên herêma Kurdistanê jî civîn encam dan.

XS
SM
MD
LG