Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Banga Avakirina Hikûmeteke Nû ya Lubanî Kir


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron piştî peqîna li Beyrut ya paytexta Lubnanê cara duyê serdana wî welatî kir.

Macron di serdana duyê de bang li karbidestên Lubnanê kir ku hikûmeta xwe demûdest ava bikin.

Piranîya parlamanterên Lubnanê, bo avakirina hikûmetê balyozê berê yê Almanya û serokwezîrê nû Mustapha Adib erkdar kiribûn.

Karbidestên payabilind yên Lubnanê dibêjin ku di lihevkirina ser wê erkdarkirinê de Macron bandoreke girîng çêkiriye.

Hikûmeta Lubnanê, piştî peqîna li Lubnanê, ku bi kêmî ve 200 kes jîyanên xwe ji dest dabûn, karvekişîna xwe ragihandibû.

Di serdana Macron de, hin xwenîşanderan pankartên ku li ser ‘’Ji Adib re Na’’ hatibûn nivîsin, hildan.

Xwenîşander didin zanîn ku erkdarkirina Adib jî dewama sîyaseta berê ya li Lubnanê ye.

Li Lubnanê ji Cotmehê vir ve protesto li dar dikevin û xwenîşander dibêjin ku sîstema sîyasî ya li welêt divê bi temamî were guherandin.

XS
SM
MD
LG