Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron bi Modi re Ser Hevkarîya Herêma Indo- Pasîfîkê Axifî


Serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi
Serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi

Ofîsa serokê Fransayê Emmanuel Macron îro Sêşemê bi daxuyanîyeke ragihand ku Macron bi serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi re ser telefonê hevkarîya li ser herêma Indo Pasîfîkê nîqaş kiriye.

Fransayê hefteya borî balyozên xwe ji Amerîka û Avusturalya paşve kişandin, piştî ku Avusturalya peymana xweya keştîya navokî ya binavê ya 40 mîlyon dolarî bi Fransayê re betal kir.

Avusturalyayê heftaya borî gotibû wê peymana çêkirina keştîya navokî ya 2016'an bi Fransayê re betal kiriye.

Her wiha di şûnê de di navbera Amerîka, Avusturalya û Brîtanya de peymana bi navê AUKUS, çekirina keştîyên binavê yên navokî hatiye îmza kirin ku Washington dê teknolojîya pêşkeftî yên bo Avusturalya bide.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku Avusturalya teknolojîya Amerîkî xwestibû.

Peymana AUKUS armanc dike ku li hember zêdebûna bandora Çînê li herêma Hindo-Pasîfîkê, alîkarîya helwesta Avusturalya bike.

Lê bi vê, peymaneke Fransayê ya ku jibo Avusturalya ewê bi dehan keştîyên binavê yên bi mazotê çêbikira,têk bir.

Fransa dibêje ku bi peymanê ew di piştê de hatiye kêr kirin.

Çînê hevalbendîyek nû ya bo ewlehîya Hindo-Pasîfîkî di navbera Amerîka, Brîtanya û Avusturalya de şermezar kir, û hişyarî da ku pêşbazîya çekan li herêmê ewê zêde bibe.

XS
SM
MD
LG