Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Daxwaza Livîn Û Sizayan ji Ewrupa Dike


Serokê Fransa Emmanuel Macron

Serokê Fransa Emmanuel Macron roja Pêncşemê got, Yekîtiya Ewrupa dê xeletiyek mezin bike, eger ku bersivê nede zêdegaviyên li herêma deriya naverast tên kirin.

Macron herwiha got, divê siza li dij wan binpêkirinan hebin, yên ku li bihavên deryayî li Yunanistan û Qibrisê tên kirin.

Dema ku Macron li kêleka hevpîşeyê xwe yê Yunanî Nikos Anastasiadis rawistiyayî bû gote rojnamevanan"Li vê herêma derya naverast ku jibo me herdu welatan giringe, pirsa enerjî û ewlekariyê pirsek bingehîne. Pirs girêdayî nakokiyên derbarê baladestiyê ne, bi taybet ji aliyê Tirkiyê û Rûsya da, yên ku hebûna xwe çendî diçe firehtir dikin, û li hemberî vê heta niha Yekitîya Ewrupa tiştek nekir."

Macron dirêjî bi axiftina xwe da û got"Xeletiyek mezine li herêma derya naverast em ewlekarîya xwe di dest aliyên din de bihêlin. Ev ne bijardeyeke jibo Ewrupa û ev tişteke Fransa naxwaze rû bide."

XS
SM
MD
LG