Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Biryara Trump ya Ser Orşelîmê Rexne Dike


Serokê Fîlîstînê Mahmud Abbas li dû dengdana ser Orşelîmê ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî serdana Fransa kir.

Abbas û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li Parîsê civîyan.

Macron piştî hevdîtinê, biryara Trump ya naskirina Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê rexne kir. Macron dîyar kir ku Amerîka bi biryareke yekalî xwe îzole dike. Macron da zanîn ku Fransa alîgirê diyalogê ye.

Abbas jî dîyar kir ku ‘’bawerî bi Amerîka nabe’’ û ewê êdî ti planên ku ji Amerîka werin nepejirînin.

Li ber e ku Trump plana aştîyê ya di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de di 2018’an de ragihîne.

XS
SM
MD
LG