Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron û Putin li Hev Dikin ku Azerbaycan û Ermenistanê Vegerînin Ser Danûstandinên Berfireh


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Serokê Rûsya Vladimir Putin bi rêka telefonê ser kêşeya Nagorno – Qarabaxê axifîn.

Li gor jêderên serokomarîya Fransa, Macron û Putin li hev kirine ku Ermenistan û Azerbaycanê vegerînin ser danûstandinên berfireh.

Fransa û Rûsya tevî Amerîka di Koma Mînsk de ne ku ew kom hewil dide di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de navbeynkarîyê bike.

Wezîrên derve yên Ermenistan û Azerbaycanê dê roja Înê li Washington ya paytexta Amerîka bi wezîrê derve yê wî welatî Mike Pompeo re bicivin.​

Girjîyên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê yên ser herêma Nagorno – Karabaxê bi dehan sal in didomin.

Tevî ku ew herêm beşek ji Azerbaycanê ye piranîya şenîya wê Ermenî ne û ew dixwazin herêma xwe bi xwe bi rê ve bibin

XS
SM
MD
LG