Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Daxwaza Ambargoya Çekan ya Dijî Erebîstana Saudî Red Kir


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku ew li hember ambargoya çekan ya dijî Erebîstana Saudî ye.

Parlamentoya Ewrupa ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî bang li endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) kiribû ku dijî Erebîstana Saudî ambargoya çekan ragihînin.

‘’Di navbera kuştina Xaşiqcî û firotana çekan de peywendîyeke çawa heye? Ez peywendîya wê ya bi bûyerên li Yemenê re fehm dikim, lê ti peywendîya wê bi kuştina Xaşiqcî re tune’’ Macron got.

Serokomarê Fransa da zanîn ku daxwaza ragihandina ambargoya çekan tenê ‘’demagojî’’ ye û dîyar kir ku ‘’divê hîn tişt tevlî hev nebin’’

Cemal Xaşiqcî herî dawî 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Erebîstana Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribû, lê piştre ragihandibû ku Xaşiqci di hindurê konsulxaneyê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG