Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Divê li Sûrîyê Armanca Pêşî Têkbirina DAIŞ'ê Be


Serokê Fransa Emmanuel Macron di preskonferanseke li Brukselê de dîyar kir ku divê li Sûrîyê ‘’armanca sereke’’ têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) be.

Macron di preskonferansa piştî Hilcivîna Yekîtîya Ewrupa (YE) de da zanîn ku ew di hilcivînê ser rewşa Sûrîyê jî axifîne.

Wî bê ku navê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bibêje, got ku hin operasyonên leşkerî yên dikarin ‘’bala koalîsyon û hevkarên wê yên dijî DAIŞ’ê şer dikin belav bikin’’ têne axaftin û banga têkoşîna dijî DAIŞ’ê kir.

Erdogan roja Çarşemê dîyar kiribû ku ewê heta çend rojan dest bi operasyona dijî rojhilata Firatê bikin û piştre Pentagonê bang li Enqerê kiribû ku ji ‘’gavên yekalî’’ dûr bisekine.

XS
SM
MD
LG