Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje Ewê Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Sist Bikin


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dîyar kir ku ewê tedbîrên dijî vîrusa korona yên wan di dawîya Cotmehê re ragihandibûn, sist bikin.

Macron da zanîn ku ew bi tedbîran bi ser ketine û wan lûtkeya pêla duyê ya vîrusa korona li dû xwe hiştiye.

Li gor axaftina Macron, dikanên girtî dê ji dawîya hefteyê pê ve vebin, lê dê hemwelatî bo derketina derve destûrnameyan bistînin.

Wî got ku destûra bo meş û sporê jî dê ji dawîya hefteyê pê ve rabe 3 saet û 20 kîlometreyan.

Bi tedbîrên di meha Mijdarê de hatibûn ragihandin, hemwelatîyên Fransa bi tenê di rewişên mecbûrî de dikaribûn derketana derve û destûra bo meş û sporê jî 1 saet û 1 kîlometre bû.

Macron dîyar kir ku ew difikirin ku di 15’ê Berfanbarê de qedexeya derketina derve bi dawî bikin ku heta wê çaxê ew qedexe ya di navbera 21:00 û 07:00 de dê bidome.

Serokomarê Fransa da zanîn ku dibe ku ew di 15’ê Berfanbarê de sînema û şanoyan jî vekin.

Çaverê ye ku bar û restoranên Fransa jî di 20’ê Çileyê de vebin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johsn Hopkinsê raber dikin ku li Fransa pirtir ji 2,2 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 50,317 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG