Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dijî Rexneyên Trump Piştgirîya WHO'yê Kir


Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li dû rexneyên Serok Donald Trump yên dijî Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) piştgirî da wê.

Macron bi Serokê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus bi rêka telefonê axifî û piştgirîyên xwe yên bo rêxistinê got.

Serok Donald Trump dîyar kiribû WHO piştgirîya Çînê dike û dabû zanîn ku ewê alîkarîya madî ya bo wê rêxistinê rawestînin.

Trump dûre jî gotibû ku ‘’Emê li ser vê mijarê lêkolînan bikin.’’

Vîrusa korona li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

Ew vîrus li Amerîka ketiye canê pirtir ji 424,000 kesan û li Çînê jî bi qasî 83,000 kes bi wê ketine.

XS
SM
MD
LG