Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Dibêje Fransîyên ji 18 Salî Mezintir Dikarin Vaksînê Wergirin


French President Emmanuel Macron and his wife Brigitte Macron welcome Ukraine's President Volodymyr Zelenskiy and his wife Olena for a working lunch at the Elysee Palace in Paris, France, April 16, 2021.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron ji Twitterê ragihand ku ew bernameya vaksîna vîrusa korona ya bo hemwelatîyên giheştî diguherînin.

Macron da zanîn ku hemî kesên ji 18 salî mezintir yên li seranserê welêt wê ji 15’ê Hezîranê pê ve karibin vaksîna vîrusa korona li xwe din.

Bernameya vaksînê ya kesên temenên wan ji 50’î mezintir jî dê di 15’ê Gulanê de destpê bike.

Serokwezîrê Fransa Jean Castex jî dîyar kir ku giheştîyên ku li wan nexweşîyên wek hîpertansîyon, dîyabet û obezîte û penceşêr dê karibin ji 1’ê Gulanê pê ve vaksînan li xwe din.

Li gor daxuyanîyên karbidestên Fransa, bi bernameya nû 4 mîlyon welatîyên ku li wan nexweşîyên din hene dê karibin ji kesên din pêştir vaksînan bi kar bînin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Fransa 5,6 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 104,385 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG