Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron Karvekişîna Wezîrê Navxweyî Pejirand


Collomb û Macron

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, karvekişîna Wezîrê Karên Navxweyî Gerard Collomb pejirand.

Collomb berê dîsa karvekişîna xwe dabû, lê Macron ew daxwaz red kiribû.

Qesra Elysee îro Çarşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku karvekişîna Gerard Collomb hatiye pejirandin.

Li gor daxuyanîyê, Macron, li şûna Collomb, Serokwezîrê Fransa Edoaurd Phillippe erkdar kir.

Collomb yê 71 salî dîyar kiribû ku ew bi hilbijartina 2020’an jinûve dixwaze bibe bajarvanê Lyon ya ku 16 sal bajarvanîya wê kiribû.


Hin siyasetvanên Fransa dîyar kiribûn ku Collom bala xwe daye ser hilbijartinên herêmî û jiber vê dawxwaza wî ew rexne kiribûn.

XS
SM
MD
LG