Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Macron: Ewrupa Ber bi Şerê Navxweyî ve Diçe


Serokê Fransî Emmanuel Macron îro Sêşemê hişyarî da ku Ewrupa di navbera welatên dewletên demokratîk û otorîter de, ber bi şerekî navxweyî ve diçe.

Macron, di axaftina Parlemana Ewrupî de, li bajarê Strasbourg bang li Yekîtîya Ewrupa ya bi 28 endaman kir ku dijî pelên populist û nîjadperest dengê xwe bilind bikin.

Macron bal kişand ser nasnameya Ewrupî ya lîberal û demokratîk û banga parastina wê kir.

"Wiha xuya ye ku şerekî hindurîn ya Ewrupî heye û carna cihêbûnên me û berjewendîyên me yên netewî dikarin ji pêşkêşkirina helwesteke hevbeş ji cîhanê re girîngtir xwane bin," Macron got.

Hêîjayî bîrxistinê ye ku Yekîtîya Ewrupa (YE) ji qonaxeke dijwar derbaz dibe jiber ku Brîtaya hazirîya derketina ji hevelbendîyê dike û li Mararistan û Îtalya jî partîyên ku ji YE gumanbar in, serketî bûn.

XS
SM
MD
LG