Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Madrîd û Barselona Dest bi Sistkirina Tedbîrên Dijî Korona Dikin


Madrîd û Barselona yên Îspanya ji îro Duşemê pê ve dest bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona dikin.

Bi tedbîrên nû, bo kombûnên heta 10 kesan dê destûr were dayîn.

Park dê vebin û muze jî dê bi awayekî sînordarkirî derîyên xwe vekin.

Hikûmeta Îspanya ji gel dixwaze ku li derve maskeyan bidin ber rûyên xwe.

Hin herêmên Îspanya yên vîrusa korona lê kêm belav bûbû hefteya borî dest bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona kiribûn.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Îspanya pirtir ji 235,000 kes bi vîrusa korona ketine 28,752 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG