Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebirên Madrîdê li Hin Herêmên Bajêr Derketina Derve Sînordar Dikin


Madrîd ya paytexta Îspanya dê jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona li hin herêmên bajêr derketina derve sînordar bike.

Sînordarkirinên ser derketina derve dê roja Înê destpê bikin.

Berpirsê Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona ya Madrîdê Antonio Zapatero ji rojnamevanan re dîyar kir ku tedbîrên ew distînin kêm dimînin.

"Eger em bi berpirsîyan tevnegerin ewê tiştek kêrî tiştekî neyê." Zapatero got.

Wî da zanîn ku ji alîyê gel ve partî têne organîze kirin, ew guh nadin karantînê û li sûkan dixwin-vedixwin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin li Îspanya pirtir ji 600 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 30,243 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG