Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorên Îspanya Hikûmetê Ser Zêdebûna Pêketinên Nû yên Korona Hişyar Dikin


450 doktorên li Madrîd ya paytexta Îspanya, hikûmet ser belavbûna vîrusa korona hişyar kirin.

Doktoran bi nameyekê gotin ku ger bo sîstema saxlemîyê hîn tedbîr neyên sitandin ewê sîstem jinûve têk biçe.

Li gor nameya doktoran, li Madrîdê pêketinên nû yên vîrusa korona û nexweşên di çavdêrîya krîtîk de zêde bûne û kapasîteya nexweşxaneyan têra dermankirina nexweşên din yên xênji vîrusa korona nake.

Di mehên borî de, jiber pirbûna nexweşên vîrusa korona ambulans neçûbûn malên kal û pîran, û hin ji wan bê ku nexweşîyên wan tespît bibin jîyanên xwe ji dest dabûn.

Agahîyên fermî raber dikin ku li Îspanya heta niha bi qasî 29,000 kes bi vîrusa korona mirine.

XS
SM
MD
LG