Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro: Berpirsa Kêşeya li Venezuela, Amerîka Ye


Serokê Venezuela Nicolas Maduro dîyar kir ku berpirsê kêşeya li welatê wî Amerîka ye.

Maduro ji BBC’ê re da zanîn ku ew dixwaze ku ‘’koma li Qesira Sipî’’ ji alîyê bîragiştî ya cîhanê ve were têk birin.

Wî got ku ku ewê rê nedin alîkarîyên mirovî yên welatên derve û da zanîn ku Amerîka dixwaze di ser alîkarîyan re ‘’dagirkerîya xwe rêwa bike’’

Serokê Venezuela derbarê Serokê Amerîka Donald Trump jî dîyar kir ku ‘’tenê berjewendîyên xwe û yên Amerîka difikire’’ û got ku ew wan biçûk dibîne.

Amerîka û gelek welatên rojava dijî Maduro, piştgirîya rêberê rikeberîyê Juan Guaido dikin.

Li alîyê din jî, Rûsya, Çîn û Tirkîye bo Maduro piştgirîyên xwe ragihandibûn.

XS
SM
MD
LG