Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro Spasîya Çîn, Rûsya û Tirkîyê Dike


Serokê Venezuela Nicolas Maduro ji Twitterê spasîya Çîn, Rûsya û Tirkîyê kir.

Maduro dîyar kir ku wan her sê dewletan ‘’piştgirîyeke xurt û saxlem’’ daye ‘’hikûmeta rêwa ya Venezuela’’

Rêberê rikeberîyê Juan Guaido roja Çarşemê xwe wek serokê nû yê hikûmeta demkî ragihandibû.

Heta niha Amerîka, Kanada, Brîtanya, Brezîlya û Arjantîn bo Guaido daxuyanîyên piştgirîyê dane û dîyar kirine ku ew hikûmeta Guaido nas dikin.

XS
SM
MD
LG