Serokê Venezuela Nicolas Maduro bo Juan Guaido, ku xwe wek serokê demkî yê wî welatî ragihandibû, fermana girtinê da.
Maduro îdia kir ku Guaido bi Amerîka re hevkarî kiriye û dijî Venezuela plana êrîşan çêkiriye.
Wî da zanîn ku bo Serokê Partîya Voluntad Popular Lepoldo Lopez jî fermana girtinê daye û dîyar kir ku îstixbaratê ser amadekarîya Lopez, Guaido û Amerîka rapor daye wî.
Guaido dabû zanîn ku di hilbijartina 2018’an de, ku Maduro bi ser ketibû, sextekarî çêbûye û xwe wek serokê demkî ragihandibû.
Pirtirê 50 dewletan, ku Amerîka jî di nav de bû, seroktîya Guaido pejirandibû.
Maduro ser Guaido gotibû ku ‘’qirdikê Washingtonê’’ ye.