Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Maduro: NY ji Venezuela re Ti Alîkarî Neşand


Serokê Venezuela Nicolas Maduro dîyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) alîkarîyên ku soza wan daye, ji wan re neşandine.

Maduro da zanîn ku NY soza alîkarîyên mezin daye lê ti alîkarî negêhiştiye wan.

Wî bi berdewamî bal kişand ser toleyên Amerîka yên dijî Venezuela û got ku ew dijî qanûnên navneteweyî ne.

Amerîka dixwaze ku Maduro ji desthilatê here û dijî wî zexta dîplomatîk û aborî berfirehtir dike.

Maduro dîyar kir ku Amerîka dijî xizmetên ser saxlemîyê jî tole ragihandine û got ku tevî toleyan jî ewê xizmetên xwe yên bo saxlemîyê pêşde bibin.

Serokê Venezuela spasîya Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) û Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.

XS
SM
MD
LG