Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Venezuela: Hikûmeta Maduro û Rêberên Opozîsyonê li Oslo Dicivin


Karbidestên hikûmeta Serokê Venezuela Nicolas Maduro û pêşengên opozîsyonê li Oslo ya Norwecê hevdîtinên payabilind li dar dixin.

Balyozê Venezuela yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jorge Valero piştrast kir ku di navbera hikûmet û opozîsyonê de hevdîtin çêdibin.

Valero ji rojnamevanan re got ku ‘’Ez dikarim bibêjim ku dîyalog çêbûye, lê ez nikarim zêdetir hûrgilî bidim.’’

Wî da zanîn ku hevdîtin di navbera berpirsên hikûmetê û ‘’baskê demokrat yê opozîsyonê’’ de li dar dikeve.

Rêberê rikeberîyê Juan Guaido di meha Rêbendanê xwe wek serokê demkî yê Venezuela ragihandibû û ji wê roj vir ve hikûmet û opozîsyonê bo desthilatê li hev nakin.

XS
SM
MD
LG