Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binpêkirinên Girêdayî COVID-19, di Rojeva Konseya Mafên Mirovan Ya N.Y de


Arşîv: Civîneke Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (N.Y.)

Di civîna asayî ya 46'an ya Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî (N.Y.) de, bandora COVID-19 ya li ser têkoşîna dijî binpêkirinên mafên mirovan yên mezin ewê bibe mijara sereke ya nîqaşan.

Civîna bi çar-hefteyan, ya ku Duşemê li Cenevreyê dest pê dike, dê jiber pandemîya vîrusa korona li ser înternetê ête daxistin û her kes dikare bişopîne.

Civîna Konseya Mafên Mirovan ya N.Y. ewê bi beşa asta bilind ya sê-rojî de, ku dê serokên dewletan û rûspiyên din yên ji zêdetirî 130 welatan biaxifin û daxuyanîyan bidin, dest pê bike.

Karbidestên U.N dibêjin ku tê pêşbînî kirin ku gelemperîya beşdarvanan wê ser COVID-19 rawestin.

Hevdem, di panela taybet ya roja Duşemê de, ku di derbarê têkoşîna li dijî nijadperestî û cûdakarîyê û bandorên wê yên giran yên li ser van hewldanan de, 'pandemî' wek mijara rûniştinê hatîye dest nîşan kirin.

Dîrektorê Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) Kenneth Roth dibêje, divê Konseya N.Y. lêkolînê bike ku ka çawa hikûmetên cûrbicûr jibo xurtkirina desthilardarîyên xwe, pandemî wek sedemeke bo zextên ser opozîsyonê bikar anîne.

Roth mînaka Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orbanda, yê ku demekê dest danî ser desthilatdarîyê da ku bêyî qanûndaneya parlamentoyê bi biryarnameyan hikûm bike.

Dê di rûniştinên bo çar hefteyan de, di derbarê mijarên wek cezaya mirinê, mafên zarokan, û mafên kesên gazî de jî panelên taybet werin daxistin.

Dê tomarên mafên mirovan yên gelek welatan di civînê de, dê bên ragihandin û nirxandin.

Raporek tund ya ku ji hêla seroka Mafên Mirovan ya N.Y. Michelle Bachelet ve ser serneketina Sri Lanka ya binpêkirinên berê û cezanekirina binpêkirinên mezin yên mafên mirovan ewê were nirxandin.

Mijarên din yên sereke yên wek vekolîna darbeya leşkerî ya Myanmar e, binpêkirinên li welatên mîna Belarus, Venezuela, Îran, Komara Demokratîk ya Kongo, Burundi, û Koreya Bakur jî ewê di runiştinan de werin nîqaş kirin.

N.Y. û çalakvanên mafên mirovan pêşwazîya biryara Serokê Amerîka Joe Biden dikin ku jinûve beşdarî Konseya Mafên Mirovan dibe, ku sê sal berê serokê berê Donald Trump ji Konseyê Amerîka paşve kişandibû.







XS
SM
MD
LG