Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Malî di Êrîşeke Çekdarî de 25 Leşker Hatine Kuştin


Berdevikê artêşa Malî Diarran Kone îro Duşemê ji Reutersê re got ku di êrîşa çekdarên nenas de 25 leşkerên wan li herêma Gao hatine kuştin, 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Derbarê êrîşê ti agahîyên din nehatin dayîn, lê bakurê Malî di bin dorpêça cîhadîyên îslamî ye ku peywendîya wan bi DAIŞ’ê û El Qaydê re heye.

Çekdarên wan komên tundrê di salîn dawî de pir caran êrîşên kujer li dijî artêşa Malî pêk anîne.

XS
SM
MD
LG