Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Malî yê Berê bi Fermana Leşkeran ji Welat Derdikeve


Serokê berê Îbrahim Boubacar Keita yê Malî

Şêwirmendeke Serokê berê yê Malî, Îbrahim Boubacar Keita, roja Yekşemê ragihand ku Keita jibo dermankirinê ji paytext Bamako çûye Ebu Dhabî.

Hevdem, li Malî piştî darbeya leşkerî ya meha borî an niha li ser veguheztina hikûmeteke sivîl danûstandin dest pê kirîye.

Keita yê 75 salî, roja Sêşemê li paytext Bamako hatibû rakirinê nexweşxanêyê, şeş roj piştî ku ew ji alîyê hêzên darbeya leşkerî ji girtîgehê hate berdan, yên ku di 18'ê Tebaxê de dest danîbûn ser desthilatdarîyê.

Şêwirmendeke Keita yê berê, Mamadou Camara, ji Reuters re ragihandiye ku Keita êvara Şemîyê ji paytext Bamako bi balafirek ku ji hêla Mîrgehên Arabî yên Yekbûyî ve, li ser daxwaza cuntaya desthilatdar ya Malî welat bicih hiştiye. Lê Şêwirmend gotiye "Ev serdanek bijîşkî ye ya bo 10 -15 rojan e," Camara got.

Rewşa tenduristî ya Keita ne diyar e. Lê, tê zanîn ku di sala 2016'an de ji stûyê wî weriînek hatibû derxistin.

Rêberên Afrîkaya Rojava, jiber tirsa ku darbeyêke dibe ku bo têkbirina desthilatdarî ya wan û herwiha bo şerekî navneteweyî li hemberî milîtanên Îslamîst yên li herêma Sahel ya firehtir bibe mînak, di destpêkê de îsrar kirin ku Keita jinûve were ser kar.

Lê wan dev ji wê daxwazê berdan û niha jî bo darxistina hilbijartina di nav salekê de bang dikin.

Karbidestên darbeya leşkerî ku niha desthilatdar in, Komîteya Neteweyî ya Rizgariya Gelan (CNSP), heya niha bersîva vê bangê nedaye.

Gotûbêjên li ser şêwaza peyvajoya veguherînê roja Şemiyê bi sedan nûnerên cunta, partîyên siyasî û komên civaka sivîl yên ku beşdarî merasîmeke vekirinê ya li Bamako bûn, dest pê kir.

Lê kêmtirî seatek piştî ji destpêkirina gotûbêjan, alîgirên koalîsyona M5-RFP, ku berî darbeyê rêberîya xwepêşandanên girseyî yên dijî Keita dardixistin, dest bi protestoyê kirin, cunta tawanbar kirin ku wan ji piraniya komên xebatê dûr dixe.

Alîgirên M5-RFP yên di konfêransê de jlî pêvajoya danûstandinan rawestandine. Gotûbêjên ku li paytextên heremî yên li seranserê Malî jî têne kirin, îro Yekşemê didomin û paşê dawiya hefteya bê de, ewê dîsa dest pê bikin.

Hejayê bîrxistinê ye ku, di 18'ê Tebaxa borî da, leşkerên artêşa Malî bi darbeyeke leşkerî serokomar Îbrahîm Boubacar Keita ji seroktlîyê daxistibûn û dîyar kiribûn dê heya ku desthilatdarîya sîvîl bi hilbijartinên di demekî aqilane de ava bibe, bo peyvajoyeke guhertinê ewê li ser kar bimînin.

XS
SM
MD
LG