Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Malî Dijî Navenda Artêşa Fransî Êrîşa Xwekuj Pêkhat


Barkhane; navenda artêşa Fransayê ya li Malî
Barkhane; navenda artêşa Fransayê ya li Malî

Artêşa Fransayê ragihand ku îro Duşemê êrîşkarekî xwekuj bi otomobîlekê êrîşî avahîya keşfê ya Fransî ya li bajarê Gossî ya li navenda Malî kiriye.

Hevdem, artêşê da zanîn ku di encama êrîşê de hin leşker û welatîyên herêmê birîndar bûne, lê hejmara kesên birîndar eşkere nekir.

Şaredarê bajarê Gossî Moussa Ag Almouner dîyar kir ku wî bihîstiye gelek kes birîndar bûne "Teqîn ew qas bihêz bû ku pencereyên hin malan hilweşîyan. Em hîn jî dengên guleyan dibihîzin, balafir li ser heremê digerin," Almouner got.

Heya niha, ti rexistinekî pirsyarîya êrîşê negirtiye ser xwe.

Komên çekdar yên Îslamî yên ku girêdayî el-Qaîde û DAIŞ'ê ne, li herêmê xwedî hebûnê ne û kar dikin.

Êrîş di dema Fransa kiryarên navenda xwe ya leşkerî ya bi 5100 leşkerî ya binavê Barkhane ku bi salan e li Sahel ya Afrîkaya Rojava vekiriye, da sekinand, pêk hat.

Fransa bi kiryarên li navenda Barkhane têkoşîn dikir da ku komên cîhadîst yên tund ji holê rabike.

Milîtanên girêdayî el- Qaîde di 2012'an debajar û bajarokên bakurê Malî kirin bin kontrola xwe.

Fransayê jî di 2013'an de, jibo tekoşîna dijî serwerîya milîtanên girêdayî el- Qaîde, desrtwerdana Malî kir û leşkerên xwe şand welat.

Ji 2013'an vir ve, nêzî 55 leşkerên Fransî li herêmê hatine kuştin. Genaeralê Artêşa Malîyê, Assimi Goita piştî daxistina serokê dudyan di nav neh mehan de, vê mehê dîsa desthilatdarîya dîyar kir.

XS
SM
MD
LG