Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malawî jî li Orşelîmê Balyozxaneya Xwe Vedike


Serokê Malavî Lazarus Chakwera

Malawî îro Sêşemê ragihand ku ewê li Orşelîmê ya li Îsraîl balyozxaneyek tevahî veke, ku dê bibe welatê yekê ya Afrîka biryareke bi vî rengî bo bajarê nakok bide.

Wezîrê Derve yê Malawî, Eisenhower Mkaka di dema serdana xwe ya Îsraîlê bi daxuyanîyeke bi vîdyoyê dîyar kir û ev biryar wek 'gavek wêrek û girîng' bi nav kir.

Wezîr Mkaka, Îsraîl jibo peywendîyên nû yên bi dewletên Ereb û Misilman yên di çerçova peymanên bi navbênkarîya Amerîka de, pîroz kir.

Hevdem, wî têkiliyên nû yên bi welatê Afrîka Sûdan re,ku Îsraîlê wek destpêkirina 'serdemek nû' ya li herêmê destnîşan kiribû jî pîroz kir.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gabi Ashkenazi di vîdyoyê di gel Wezîr Mkaka peyivî.

"Ez hêvî dikim ku balyozxaneya we zû vebe, û ez bi bawerim ku bêtir serokên Afrîkî dê vê biryarê bişopînin," Ashkenazi got.

Wezareta Derve ya Îsraîlê ragihand ku, tê payîn kirin balyozxane heya havîna 2021'an vebe.

Ji Brian Banda, alîkarê Serokê Malawi Lazarus Chakwera, piştrastkirina biryara balyozxanê hat pirsîn. Chakwera vekirina balyozxanê erê kir.

"Erê wê pêşde here, dê balyozxaneya tam li Orşelîmê vebe, " wî got.

Îsraîl, her çend ji hêla piranlîya welatan ve neyê nas kirin jî tevahîya Orşelîmê wek paytexta xwe dinirxîne.

Fîlîstînî desthilatdarîya rojhilatê Orşelîmê ku Îsraîl di şerekî 1967'de girtibû, wekî paytexta dewletek pêşerojê, dazwaz dikin.

Jiber statû û hesasîyeta nakok ya bajêr ya di pevçûna navbera Îsraîl û Fîlîstînê de, piranîya welatên ku balyozxaneyên wan li Îsraîl hene, li paytexta bazirganî Tel Aviv ya welat, balyozxaneyên xwe vekirine.

Guatemala balyozxaneya xwe demek nêz de kişand Orşelîmê, û Honduras got ku ew armanc dike ku heman tiştî di dawîya 2020'an de bike. Brezîlya û Komara Domînîkî jî heman yekê difikirin.

XS
SM
MD
LG