Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbata Obama Sala Borî Pirtir ji 162.000 Dolar Bac Dan


Serokê Amerîka Barack Obama, hevjîna wî Michelle û qîza wî li hewşa Qesra Sipî ne

Serokê Amerîka Barack Obama û hevjîna wî Michelle, sala borî pirtir ji 162.000 dolar bac dan ku 20.5 ji sedê ya 790.000 dolar dahatina wan ya salane ye.

Qesra Sipî belgeyên baca Serok Obama îro Înîyê ragihand, li vê demê ku kêşeya nîsbeta bacan cîhekî girîng di kempeyna hilbijartinê ya seroktîyê de digire.

Serok Obama û cîgirê wî Joe Biden bang li Kongresê dikin ku rêjeya baca dewlemendan zêde bike û bîne asta 30 ji sedê, ku di nac civatê de wekî "Buffet Rule" tê zanîn.

Li gorî wê planê, kesên salane ku herî kêm 1 mîlyon dolar qezenc dikin wê nîsbeyeke bilindtir ya bacê bidin. Navê planê jî ji mîlyarderê Amerîkî Warren Buffet tê ku gotîbû, ne rewa ye ku ew ji asta baca ku ew dide ji ya sekretera wî kêmtir e.

Hevrikê Serok Obama yê Komarî, multî-mîlyoner Mitt Romney li sala 2010ê, ji rêjeya 13.9 ji sedê bac da.

XS
SM
MD
LG