Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbatên Çîyagerên Amerîkî bi Destpêbûna Dadgehê Kêfxweş in


Malbatên Çîyagerên Amerîkî bi Destpêbûna Dadgehê Kêfxweş in
Malbatên Çîyagerên Amerîkî bi Destpêbûna Dadgehê Kêfxweş in

Malbatên 2 çîyagerên Amerîkî ku bo demê 18 mehan e li Îranê hatîne desteser kirin û bi sîxorî hatîne xetabar kirin, xweşhaliya xwe ragihand beramberî destpê kirina dadgehî kirina wan û hêvî xwest ku ev yeke, azad kirina wan nêzîktir bike.

Di beyannamekê de, malbatên Shane Bauer û Josh Fattal dibêjin, ew xweşhal in ku ew 2 mêr şiyan bê gunehîya xwe ragihenin, li pêş dadgeha Înqilaba Îranê. Wan malbata ragihand ku ew hêvîdar in ku ev keyse nêzîke bi dawî bihêt û duaya dikin ku rastî û dadwerî bala dest bin li dadgehê.

Bauer û Fattal bê gunahiya xwe ragihand beramberî tawanên sîxorî kirin û çûna wan bi neqanûnî bo Îranê. Sara Shourd, ku ew jî ligel wan 2 mêran hatibû desteser kirin, li meha 9 Îlonê bi kefalet hate desteser kirin û ew jî bê gunahîya xwe ragihand.

Karbidestên Îranî li meha 7 ya sala 2009 ew 3 Amerîkî desteser kirin dema li çîyayên herêma Kurdistana Îraqê û li nêzîkî sinorê ne diyarî kirî bûn ligel Îranê. Ew çîyager dibêjin, eger ew derbazî Îranê bûne, eve bi xeletî buye.

XS
SM
MD
LG