Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Malezya 134 Bûyerên Nû yên Korona Hatine Ragihandin


Karbidestên Malezyayî îro Duşemê ragihand ku 134 bûyerên nû yên tûşbûna vîrusa korona hatin tomar kirin û hejmara giştî ya bûyerên pêketina korona giheşt 4,817.

Malezya herwiha mirineke nû ji korona ragihan ku beşdarîya lihevhatneke olî kiribû. Karbidest didine zanîn ku yek ji sê hemî bûyerên tûşbûna korona li wî welatî jiber heman civîna olî qewimî.

Li gor ragihandina fermî heta niha 77 Malezî ji vîrusa korona jîyanên xwe hinda kirine.

XS
SM
MD
LG