Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malezya jiber Peywendîya bi DAIŞ'ê 5 Fîlîpînî Digire


Li Kuala Lumpur ya Malezya tedbîrên ewlekarîyê zêde bûne
Li Kuala Lumpur ya Malezya tedbîrên ewlekarîyê zêde bûne

Hêzên ewlekarî yên Malezya îro Duşemê ji Retuers’ê ragihand ku 5 ji wan Fîlîpînî 7 kesên ku peywendîya wan bi DAIŞ’ê re hene, girtin.

Piştî ku di Rêbendana 2016’an de çekdarên DAIŞ’ê li Jakarta ya Malezya rêze êrîş li dar xistin, li wî welatî tedbîrên ewlekarîyê berfirehtir bûne.

Li Malezya, ku piranîya wê Misilman e, ji 2013’an vir ve ji 250 zêdetir kes jiber peywendîyên wan yên bi DAIŞ’ê re hatin girtin.

Asayîşa Malezya bi daxuyaniyekê dîyar kir ku piranîya kesên ku peywendîyên wan bi DAIŞ’ê re hene, di destpêke vê mehê de li Girava Borneo hatine girtin.

Di nav girtiyan de ji kesên ji derdora Isnilon Hapilon, ku serokê rêxistina Ebu Seyyaf e, jî hene.

Çekdarên ku gotibûn ew DAIŞ’î ne, di meha Hezîranê de bi vîdeoyekê dîyar kiribû ku wan Hapilon wek serokê baskê Başûrê Rojhilata Asya bijartîye.

XS
SM
MD
LG