Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malezya 35 Pêketinên Nû yên Kornayê Radigihîne


Karmendên saxlemîyê li paytext Kuala Lumpur hemwelatîyekî test dikin

Hikûmeta Malezya îro Pêncşemê ragihand ku li navendeke desteserkirina penaberan 35 bûyerên nû yên pêketina korona hate dîtin.

Wezareta Saxlemîyê ragihand ku li navenda desteserkirina koçberî ya Bukit Celîl di nava 645 kesên desteserkirî de 35 bûyerên piştrasrlirî yên pêketina korona hatin tomar kirin.

Hikûmetê di nav vê mehê de, li deverên bin qedexeya derketina kolanan dest bi kempeyna desteserkirina penaberên neqanûnî kiribû.

Neteweyên Yekbûyî bang li Malezya kiribû ku dawî li operasyonên desteserkirinê bîne, bi sedema ku ew gav tirs di nava civatên koçber de belav kiriye.

Malezya yek jî ekonomîyên herî xurt ya herêma Başûrerojhilata Asya ye û heta niha 7,059 bûyerên tûşbûna korona û 114 mirinên ji wê vîriusê ragihandine.

XS
SM
MD
LG