Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tewariq Dixwaze Dewleteka Îslamî li Malî Ava Bike


Çekdarên Ansar Dîn li Malî.
Çekdarên Ansar Dîn li Malî.

Serhildayên Tewariq û çekdarên Îslamî bi hev re kar dikin jibo damezrandina dewleteka serbixwe ya Îslamî li bakurê Malî.

Tevgera Niştîmanî jibo Azadîya Azawad û komela Îslamî ya Ansar Dîn ya ser bi El Qayde yekbûna hêzên xwe ragihand bi armanca damezrandina dewleteka Îslamî.

Herdu komelan li bajarê Gaw rêkeftina yekbûnê îmze kir.

Li gor wê rêkeftinê, hêzên serhildayên Tewariq û çekdarên Ansar Dîn dibin yek jibo damezrandina dewleta serbixwe ya Azawad, ku Şerîeta Îslamî dibe qanûna fermî ya wê dewletê.

Piştî darbeya leşkerî ya 22’ê Adarê li Malî, serhildayên Tewariq û çekdarên Îslamî hêzên xwe kirin yek jibo kontrolkirina bakurê wî welatî.

XS
SM
MD
LG