Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombevanekî Xwekuj li Malî Êrîşî Xaleke Kontrolê Kir


Karbidestên leşkerî yên Malî’yî dibêjin, bombevanekî xwekuj xwe li nêzîkî komeke leşkeran peqand û 1 kes birîndar kirin.

Karbidest dîyar dikin ku cara yekê ye ku serhilda vê rêbazê bikar tînin, piştî ku operasyona Fransî, meha borî li wî welatî destpê kiribû.

Karbidestên leşkerî yên Malî’yî radigîhînink u êrîşvan bi motosîkletekê nêzîkî cîhê bûyerê bû û xwe li xaleke kontrolê peqand, li nêzîkî bajarê Gao ya bakur.

Hêzên Malî’yî û yên Fransî, di demên dawî de li bakurê welêt, bi awayekî zêde rastî berxwedana serhildayên Îslamî tên, piştî wan kontrola herêmê meha çûyî xistibûn destê xwe.

Hêzên Fransî li ser daxwaza hikûmeta Malî’yî , meha borî ketibûn wî welatî ku mîlîtanên bi piştgirîya El Qaydeyê têk bibin ku ber bi paytaxt Bamako ve nêzîk dibûn.
XS
SM
MD
LG