Lînkên eksesibilîtî

Di Êrîşeke de 7 Kes li Malî Hatin Kuştin


Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Malî, di êrîşeke dijî navenda hêzên aştîyê de 7 kes hatine kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûne

Yek ji berdevkên Sekreteryî NY Farhan Haq, di birîfînga rojane de dîyar kir ku hin kesên ku nasnameyên wan eşkere nebûne, bi çekan êrîşî kampa li Douentza ya li herêma Moptî kirine.

Haq êrîşî dijî hêzên aştîyê şermezar kir û ji malbatên kuştîyan re sersaxî xwest.

Berpirsîya êrîşî hîn ti rêxistin negirtîye ser xwe, lê tê texmîn kirin ku cîhadîyan êrîş li dar xistîye.

Di sala 2012’an de bajarên sereke yên li bakurê Malî ketibûn bin kontrola komên ku peywendîyên wan bi El-Qaydê re hene.

XS
SM
MD
LG