Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî: Amerîkî Jiber Nedana Parastina Dadgehî Vedikêşin


Leşkerên Amerîkî yên li Îraqê

Serokwezîrê Îraqê Nuri El Malikî dibêje, Serokê Amerîka Barack Obama biryara vekêşana hemî hêzên Amerîkî da, jiber ku welatê wî mafê parastina dadgehî neda leşkerên Amerîkî.

Li alîyekî, hîn Îraqî dibêjin ew jiber rewşa nazik ya ewlehîyê di xema de ne, gelek Îraqîyên din jî dibêjin, ji dagirkirina Amerîkayê vir ve 9 sal derbaz bûne û êdî waxt e ku Amerîkî herine malên xwe.

Serokwezîrê Îraqê Nuri El Malikî got, vekêşana leşkerên Amerîkî li gora cedwelê ye û her du alî mecbûr bûn ku wê biryarê bicîh bînin.

Nuri El Malikî got, sîyasetvanên Îraqî mayîna hêzên Amerîkî zêde nekir jiber ku wan nexwest hêzên Amerîkî li Îraqê li dervayî qanûnên Îraqê bimînin.

XS
SM
MD
LG