Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî û Barzanî li Bexdayê Civîyan


Nêçîrvan Barzanî û Nûrî El Malikî.
Nêçîrvan Barzanî û Nûrî El Malikî.
Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li paytexta Îraqê kom bûn, di bizavekê de jibo çareserkirina pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê.

Li gorî malpera fermî ya hikûmeta Îraqê, herdu alî razî bûn ku tevaya pirsgirêkan li çarçova destûrê Îraq û sîstema federalî çareser bikin.

Herwiha hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku kombûna Barzanî û Malikî civîneke “erênî” bû.

Her roja Sêşemê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi serokê parlamentoya Îraqê Osame El Nûçeyfî re kom bû.

Şandeya Herêma Kurdistanê roja Duşemê çû Bexdayê, çend mehan piştî alozbûna têkelîyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Bexdayê.
XS
SM
MD
LG