Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî: Qonaxa Leşker û Generalan bi Dawî Hat


Malikî: Qonaxa Leşker û Generalan bi Dawî Hat

Serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî dibêje, qonaxa leşker û generalan bi dawî hat û qonaxa bazirganî û kardarî destpê dike.

Di gotarekê de li Jûra Barzirganî ya Amerîkî li Washington roja Sêşembî, Serokwezîrê Îraqî behsa têkeliyên navbera Bexda û Washington kir piştî vekêşana tevaya hêzên Amerîkî li Îraqê.

Birêz Malikî daxwaz ji kompanyayên Amerîkî kir ku biçin Îraqê û got ku hikûmeta Îraqê amade ye alîkariya kardarên Amerîkiyan bike.

Her di civîna Jûra Barzirganî ya Amerîkî, Alîkarê Wezîra Derve ya Amerîkî Thomas Nides got ku Îraq wê bibe bazareka nû û mezin bo berhemên Amerîkî.

Wezîrê Bazirganî yê Ameîrkî John Bryson jî amade bû.

Jûra Bazirganî ya Amerîkî mezintirîn federasyona kardariyan e li cîhanê ku nûneratiya pitir ji sê milyon kompanyayên Amerîkî û jûrên barzirganiya wîlayetên Amerîkî dike

XS
SM
MD
LG