Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malikî Banga Aramî û Dîyalogê ji Xwenîşandêrên Sunî re Dike


Serokwezîrê Îraqê Nurî el Malikî banga aramî û dîyalogê ji xwenîşandêrên Sunî re kir, li vê demê ku xwepêşandêrên Sunî di roja siseyan de, li navend û bakurê Îraqê şerî hêzên ewlekarîyê dikin.

Birêz Malikî di axaftina xwe de ku di televîzyona dewletê de hate weşandin, îro Pêncşemê bang li Îraqîyan kir ku bi zarê wî “li hember bizavên wan terorîstan bêdeng nemînin ku dixwazin welêt ber bi şerekî mezhebî ve bibin.”

Hêzên Malikî yên ewlekarîyê bajarê Silêman Beg ya li bakur dorpeç kir, yek roj piştî ku mîlîtanên Sunî dever xist bin kontrola xwe.
XS
SM
MD
LG