Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Nûnerê Taybet yê bo Îranê Rob Malley dê di navbera 11 û 20’ê Mijdarê de serdana Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Îsraîl, Erebistana Saudî û Bahreynê bike.
Malley dê berî danûstandinên ser peymana navokî ya 2015’an, ku dê di 29’ê Mijdarê de li Vîyana destpê bike, bi karbidestên wan welatên Rojhilata Navîn re ser peymanê biaxife.
Li gor daxuyanîya wezaretê, Malley dê ji karbidestan re fikarên Washingtonê yên ser Tehranê bibêje.
Bo danûstandinên li Vîyana, Tehran dixwaze Îranê ji toleyên Amerîka, Yekîtîya Ewrupa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) bifilitîne û Washington jî dixwaze ku Îran li gor peymana navokî tevbigere.
Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2018’an de Amerîka ji peymanê vekişandibû û toleyên berfireh yên dijî Îranê jinûve ragihandibûn.
Îranê bi qasî salekê piştî vekişîna Amerîka dest bi binpêkirina peymanê kiribû.