Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firoka Lîbyayî ya Revandî li Malta ye, Rewşa Awarte li Wî Welatî Heye


Ofîsa serokwezîrê Maltayî Joseph Muscat piştrast kir ku tîmeke danûstandinan li Firokexaneya Navnetewî ya Malta amade ye û li benda biryara serokwezîr e ku niha bi Komîteya Ewlekarî ya Netewî di civînê de ye.

Televîzyona dewleta Maltayî ragihand ku 2 kesên bi bombeyên destan firoka Lîbyayî revand û gefa peqandina firokê kir.

Karbidestên firokexanê got ku di hindurê firoka Afriqiyah Airways ya Airbus A320 de 118 rêwî hene û jiber xeterîya heyî hemî firînên ji firîngeha wan hatine betal kirin.

XS
SM
MD
LG