Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Malta Radigihîne ku Jin û Zarokên Nav Firoka Revandî Hatin Berdan


Serokwezîrê Malta Joseph Muscat bi twîtekê ragihand ku jin û zarokên nav firoka revandî ya li Firîngeha navnetewî ya Malta hatin berdan.

Televîzyona dewleta Maltayî ragihandibû ku 2 kesên bi bombeyên destan firoka Lîbyayî revand û li Malta dana û gefa peqandina firokê dikin.

Karbidestên firokexanê dabû zanîn ku di hindurê firoka revandî de 111 rêwî hene û jiber xeterîya heyî hemî firînên ji firîngeha wan hatine betal kirin.

Firoka Afriqiyah Airways ya Airbus A320 di sefera navxweyî debû, dema ew ji alîyê korsanan ve hat revandin û ber bi Malta ya 500 km bakurê Lîbya hatibû birin.

XS
SM
MD
LG