Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bûyera Revandina Firoka Lîbyayî Bê Kêşe Dawî Bû, Korsan Daxwaza Penaberîyê Dikin


Korsanên Lîbyayî xwe radestî polîsên Maltayî dikin

Du korsan îro Înê firokeke rêwîyan ya dewleta Lîbya revandin û ew li Malta daxistin.

Piştî çend saetan her du korsan dîyar kir ku ew alîgirên serokê berê yê Lîbya Muamer Qedafî ne û piştî danûstandinên ligel karbidestên Maltayî ew hemî rêwî berdan.

Firoka dê serê sibê ji bajarê Sabha biçûya Trablus a paxtaxta Lîbya, piştî ku firîya ji alîyê du kesan ve hat revandin.

Korsanan berê firoka ku tê de 118 rêwî hebû, dan Malta. Korsanan bi bombeya destan gef li pîlotan xwar ku ewê firokê bipeqînin. Hikûmeta Malta, jiber rewşa li erdê, firîngeh daxistin û berê firokan dan firokexaneyên din.

Piştî hin danûstandinan, korsanan destûr da ku hin rêwîyên jin û zaro ji firokê derkevin, wan piştre hemû rêwî berdan û xwe teslîmî karbidestan kirin.

Serokwezîrê Malta Joseph Muscat li ser Twitterê dîyar kir ku her du korsan hatine desteser kirin.

Wezîrê Karê Derve ye Lîbya Tahir Siyalajî da zanîn ku ew korsan alîgirê Qedafî ne û wan daxwaza penaberî li Malta kiriye. Siyala bi berdewamî got ku ew kes dixwazin partîyeke ku alîgirê sîyaseta Qedafî ava bikin.

Ji alîyê din ve, televîzyona Channel TV ya Lîbyayî îdia kir ku yek ji korsanan, serokê nû ya Al-Fateh Al-Jadid ya nû ye. El Feth wek sembola desthilata Qedafî tê zanîn ku wî di Îlona sala 1969'an da gava desthilata xistibû bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG