Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mamoste Ayşe Tevî Dergûşa Xwe Kete Girtîgehê


Mamoste Ayşe Çelik, ku bi ‘’propagandaya rêxistina terorî’’ dihat tawanbar kirin û 1 sal 3 meh cezaya hepsê sitandibû, tevî keça xwe ya 6 mehî ket girtîgehê.

Cezaya Mamoste Ayşe jiber biçûkbûna keça wê 6 mehan hatibû taloq kirin. Çelik bo radest bibe çû Dadgeha Dîyarbekirê.

Mamoste Ayşe li dadgehê bo 10 rojên din taloqkirin xwest lê daxwaza wê hat red kirin û ew bo Girtîgeha Dîyarbekirê hat veguhastin.

Mamoste Ayşe, di Çileya 2016’an de, di bernameyeke televîzyonê de bi rêka telefonê gotibû ku ‘’Hûn dizanin li bakurê welêt çi diqewime? Bibihîsin, bibînin û piştgirîya me bikin. Bila însan neyên kuştin, bila zarok neyên kuştin, bila dayik negirîn’’

XS
SM
MD
LG